HPG ARTÊSA FEDAYÎ YA RÊBER APO YE!

  HPG

    HÊZÊN PARASTINA GEL

 

AGAHİ

  1. AZADIYA MIN GIRÊDAYÎ AZADIYA GELÊ KURD E

    Roja 15’ê Sibatê ne roja şînê ye; roja aqilgirtin û erkên xwe derxistina zanebûne ye, roja eşkerekirina komployê ye. Komploya ku dixwazin di şexsê min de pêş bixînin, gelek kûr e. Pêvajo hin jî zelal nîne. Lê belê, em aqlê selim nêzikbûn û bi zanistî tevgeriyan. Ez li vê derê, her roj di nav berxwedanekê de me. Bi sebir, dirayet û têgihiştibûneke bilind berxwedaneke mezin didim. Dirayet serkeftinê jî pêk tîne. Komplo hîn neqediyaye û wê berdewam bike!

  2. 3 KONTRA HAIN KUŞTIN! Ji rayagiştî û çapemeniyê re; 1- Di 26'ê tebaxê de li Geliyê Dostkî ku girêdayî Gevara Colêmergê ye, bîremeke kontra ku bi veşarî tevger dike, ji hêla gerîlayên me ve hatiye lêdan. Di çalakiya ku li mintiqa Veregozê li dar ketiye de, 3 kontra hatine kuştin û hinek ji wan birîndar bûne.
  3. Dijminê faşîst bi xwînê têr nabe. Ji her cure rêbazên şer ên qirêj bikaranînê xwe li paş nahêle. Ev bengiya bêehleq a xwîn rijandinê çavên wan kor kiriye û li ser navê mirovantiyê çi hebe dane aliyek. Ketine nexweşiya ku Kurdistanê veguhezînin gola xwînê. Tu vanan dîbînî û ciyên ku nabînî jî dibihîsî. Tu êşa wan ji guleyê wêdetir dikolî di dilê xwe de ew bîrdariyên lehengiyê Rozayan, Andokan, Delîlayan, Xwînrijan, Erdalan, Avesteyan, Rohatan û gelekên din. Yek jî tu vê êşê jiyan dikî. Binêre û bibîne, di dilê xwe de bineqşîne ey Amed! Ey Amed! Ew zarokên te bûn, bi awayekî qehpe êrîş birin ser wan de, bi lehengî bi wan re şer nekirin. Ey Amed, li hember te şerekî topyekûn destpêkirine. Her cure rêbazên şerê qirêj têxistine dewrê. Vanan bizanibe. Vanan bizanibe û rabe serhildanê. Artêş, polîs, MÎT, JÎTEM ev hemû rêxistinên celad in. Binêrin her der di nav xwînê de ye. Li hember daxwazên demokratîk û aştiyane, bi çek, cop, tanq û panzêran bersiv didin. Her cure hovîtî, şîdet û terora dewletê ji te re rewa dibînin. Di ser de jî yek bi yek celad derdixin paqijiyê. Mîna ku ev têrî nake, di ser de jî xelat didin wan. Gerîlayên te yên azadiyê ku te ji hemêza xwe derxistiye û parçeyek ji kezaba te ne, bi awayekî qehpeyî hatin şehîd xistin. Li hember dayîkên te yên aştiyê ku çil, pêncî û şêst salî ne, zilma herî xerab tê kirin. Bifikire ev dewleta despotîk tehamûlî dayîka te ya şêst salî nakin, te ji komkujiyan derbas dikin, dîsa bifikire. Ma wê pêşeroja te mîna paşeroja te bibe trajedî? Tu xwedî mafê pêşeroja xwe bi îradeya xwe ya azad diyar bikî û xwe mafê sazkirinê yî. Ji ber ku tu, gelekî ku xwedî hêz afirandina îdealên azadî û wekheviyê yî. Ev mafekî te yî herî xwezayî ye. Êdî tu fêm dikî ku ev dewleta ku hundir û derveyî wê, çep û rastê wê bûye çete, wê ji te re azadî, wekhevî û demokrasiyê neyne. Ya ku bide te, wê gule, gaza kîmyevî, bombe û mirin be. Ma kîjan artêş, polîs, MÎT, JÎTEM, bûrokrat, kontra, mafya û rêxistinên çetevan di nav te de cî nagire? Ji te dipirsim. Ew şebekeyên kuştinê ku ji çawişên pispor û astsûbayan pêk tê, ku li der û dora quncikên talde yên welat digerin û xwediyê azadiya kuştina te be, wê demê qet nesekine! Dixwazin te bi birçîbûnê terbiye bikin. Di kîjan hiquqa gerdûnî de, di kîjan hiquqa demokratîk a netewî de, di kîjan hiquqa qlan, qebîle û eşîr de azadiya kuştina mirovan heye? Ji te dipirsim, di kîjan hiquqê de? Di kîjan hiquqê de mafên jenosîda çandî û fîzîkî heye? Di kîjan hiquqê de mêrkûj têne parastin? Di kîjan hiquqê de ji terora dewletê hesap nayê pirsîn? Van hêzên çekdar ên ku bûne çete xwe wekî hêzên ewlekariyê bi nav dikin divê tu ji wan qet bawer nekî? Vanan bizanibe! Û di fahma vê yekê de, ji bona parastina xwe ya cewherî xwe gund bi gund, tax bi tax, bajêr bi bajêr rêxistin bike. Parastina xwe bixwe bike! Van terorîstên dewletê ku ji bona ku te bikujin hatine perwerdekirin, derfet nede wan ku teror bikin. Digel ew qas pêkanînên hovan e, xwe bê parastin nehêle. Rêxistina parastina cewherî ya demokratîk bi pêş bixe. Ku li hember te cop bikar bîne, tu jî bi dar û beran bersiv bide, ku li hember te çek bi kar bîne, tu jî bi çek bersiv bide û parastina xwe bike. Li hember vê hovîtiyê hem di hiquqa gerdûnî de hem jî qanûnên xwezayê de mafê te yê xweparastinê heye. Li hember te şer hatiye vekirin! Şer hatiye vekirin! Plan, civîn û provayên komkujiyan hatiye kirin û tê kirin. Terora dewletê pêk tê, pêk tînin û wê pêk bînin. Tu dizanî ku van hemûyan ên ku bi rêxistin dike, meyl dide û bi pêş ve dibe genelkûrmaya tirk e. Tu terorîstek dewletê ji genelkûrmay serbixwe nîn e. Û ji te re dibêjim Amed! Bila şehîdên Qilebanê bibin çirûskek ji berxwedaniya te ya parastina cewherî re. Rûpeleke nû ku bi tarzeke ku layîqî dîroka te yî raperînê be. Ev ji bona azadbûna te wê bibe gavek. Di vê zemînê de rabe serhildaneke hişk! Rabe serhildaneke hişk! Tu ji tanq, parzêr, M-16, G-3, qilêş, demançe, cop, ava bi şid û gazên kîmyevî bi hêztir î. Û bi hêza xwe ya berxwedaniya azadiyê bimeşe, bimeşe ser dijminên mirovantiyê. Di bingeheke parastina rewa de, li hemberî êrîşan bi çek, dar û beran û bi kulman bimeşe. Bimeşe ku azadî, wekhevî û edalet were. Bimeşe ku carek din li hember te şer venebe. Bimeşe ku roja me ya azadiyê bila bêje; “Amed ev li te!” Nesekine! Sekn mirin e. Bêdeng nemîne! Bêdengî bêzimanî ye. Qedandina çandî ye. Zimanê azadî û demokrasiyê çalakî ye, çalakî! Ma bê çalakî welatparêzî dibe? Ma demokratbûyîn dibe? Hele şoreşgeriya bê çalakî qet nabe. Ey jin û keçên Amedê, bê parastin nemînin, teqez nemînin! Ma ji bilî vê yekê wê çi layîqî te be Amed! Ji hemû bajaran re bibe pêşeng! Ma ji bilî vê yekê wê çi layîqî te be Kurdistan!
  4. 20 Tebax 2007 Cejna lehengî û vejînê ya gelê kurd 15'ê Tebax, li qadên parastina Medya ji hêla hemû yekîneyên gerîlayan ve bi coşeke mezin hate pîroz kirin. Berî pîrozbahiyan ji bona şehîdên şoreşê torenên bibîranînê hate lidarxistin. Di merasîma bibîranînê de ji nû ve soza bi pêş ve birina mîrasa şehîdên şoreşa Kurdistanê hate dayîn. Li ser vê mîrasê mîna coşa roja destpêkê, ev 23 sal in bi moral û coş, heta serkeftinê hemêz bikin. Dîsa soza heta azadiya serokatiya me û gelê kurd pêk were, berdewamkirina têkoşînê hate dayîn.
  5. 11 LEŞKER HATIN KUŞTIN Û 1 A-4 Û 1 TOPA HAWAN HATE RAKIRIN! 1- Di 17'ê tebaxê ji hêla artêşa tirk a dagirker ve li Çelê ya ku girêdayî Colemêrgê ye, li derdora qereqola Talê operasyonek destpêkiriye. Heman rojê danê êvarî ji hêla gerîlayên me ve girê qereqola Talê hatiye lêdan. Li hemberî çalakiyê, hêzên artêşa tirk li ber xwe nedane û di demeke kin de gir bi tevahî ketiye destê gerîlayên me. Di çalakiyê de yek astsûbay, yek çawişê pispor bi tevahî 11 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Di çalakiyê de gerîlayên me eydî artêşa tirk çekeke A-4, topeke hawan û 2 dûrbînên Nîkon ên destan hatine desteserkirin.
  6. Di 16'ê tebaxê de danê sibeyî qadên Dola Kokê, Ş. Ayhan, Rizgê, Gundê Meredo, Qalatuka, Ş. Harûn û Suredê ku girêdayî Qendîlê ne û qada Ş. Bêrîtan ku li Xakurkê ye, bi havan û katûşayan hatiye bombebarankirin.
  7. Ji gelê me û rayagiştî re; Salvegera 23’emîn a 15’ê Tebaxê, li serokatiya me, gelê me, mirovantiya pêşketî û ji hemû rêhevalên me re pîroz be. Di demeke ku gelê Kurdistanê ber bi tunebûnê ve diçû, pêkanîna vê pêngavê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di rêbertiya PKK’ê de li hember têkoşîna azadiya gelê me, derbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê pêk hat. Bi derbeyê re, komkujiyên dewletê zêdetir bûn. Bi deh hezaran welatparêz-demokrat avêtin zindanan, hatin binçavkirin û ji îşkenceyan hatin derbaskirin. Dîktatoriya faşîst a leşkerî, êrîşên wan li hember qadro û sempatîzanan di asta hovîtiyê de bûn. Dewleta ku Kurdistanê dagir dikir, ji bona ku hêviya vedije bifetisîne, li Zîndana Amedê hovîtiyê da jiyandin. Bi rêbazên li dij mirovî êrîş bir ser girtiyên PKK’ê.
  8. 13 Tebax 2007 1) Di 12'ê tebaxê de ji hêla gerîlayên me ve li ser riya Memîra (Girenduru) ku girêdayî Dihê ya Sêrtê ye, maşîneke sivîl ku leşkeran dibe hatiye lêdan. Wekî din li hemberî leşkerê ku nêzîkî nuqteya rê venêran dikin çalakî hatiye lidarxistin. Di herdu çalakiyan de bi tevahî 8 leşker hatine kuştin û 12 leşker jî birîndar bûne. Mirî û birîndar piştre bi firokeyên skorskyan hatine rakirine nexweşxaneya dewletê ya Sêrtê.
  9. 12 Tebax 2007 1- Îro li hemberî qada Mawa ku girêdayî Êlihê ye, ji hêla hêzên artêşa tirk ên dagirker ve operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin. 2- Di 10’ê tebaxê de ji hêla gerîlayên me ve li navçeya Taşliçay ku girêdayî Agiriyê ye, li hember Miduriyet Ewlekariyê û avahiya Qeymeqamiyê çalakî hatiye lidarxistin. Di çalakiyê mirî û birîndar hene, bes der barê wan agahiyeke zelal neketiye destê me.
  10. 11 Tebax 2007 1- Di 10'ê tebaxê de ji hêla gerîlayên me ve di navbera Colemêrg û Peyanûsê de, li hember konvoyeke operasyonê çalakî hatiye lidarxistin. Di konvoyê de, maşîneke sivîl ku 14 leşker û endamên JÎTEM'ê têdene hedef hatiye girtin. Di lêdanê de, di nava maşînê de ku sûbay jî hene, 5 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.
  11. Di operasyona 5'ê tebaxê ku ji hêla hêzên artêşa tirk ve hatibû destpêkirin de, gerîlayên me milekî operasyonê hedef digrin. Di encama çalakiya êrîşî de 7 leşkerên artêşê birîndar bûne û operasyona navborî hê jî didome.
  12. 1- Di 7’ê tebaxê de li “derdora qereqola Şîtazin a ku li ser Gevera Colemêrgê ye, ji hêla hêzên dagirker ên artêşa tirk ve operasyonek hatiye destpêkirin. Duh sibeyî saet di 5’an de, ji hêla gerîlayên me ve li hember konvoya ku diçe operasyonê û fermandarê qereqolê jî di nav de ye, kemîn hatiye avêtin. Di encama çalakiya kemînî de, maşîna ku ustegmen Çağlar Canbaz ku ji Gûmûşxaneyê ye tedeye, ji holê hatiye rakirin û bi Çağlar Canbaz re 2 leşker, serokcahş Yasîn Çorûn hatine kuştin. Di çalakiya ku bi tevahî 4 leşker hatine kuştin de 2 leşker jî birîndar bûne. Operasyona heyî hê jî didome.
  13. Wekî tê zanîn di 1’ê cotmeha sala 2006’an de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd fersendek derkeve holê ji hêla tevgera me agirbesteke yekalî hat îlankirin. Dîsa di pêvajoya hilbijartinên dawî de jî em wekî tevger pir bi pejinkarî tevgeriyan. Lê dewleta tirk ev sekna me, bi operasyonên ku hîn ji zivistanê heta serê biharê dabû dest pê kirin, bersivand.
  14. Mizgîn Agirî Di rojên dawî de, dewleta Îranê du rojnamevanê kurd ên bi navê Adnan Hesen Pûr û Hîva Bûtîmar ji ber ji gelê kurd re bûn guh û ziman dixwaze darve bike. Dewleta Îranê bêpîvan mirovan darve dike. Li hember vê dîmenê divê tu mirovê ku xwedî wijdan û xwedî hestên mirovî ye, divê bêdeng nemîne. Ji Gilgamêş û vir ve, ev çanda îdamê bûye sembola desthilatiyan, mixabin her roj ev zihniyet dibe sedema mirina sedan mirovî.
  15. Akademiyên Apollo Têgîneke ku derbirîna nêzîkahiya artêşa tirk a “Kurdistan”ê heye. Ev têgîn zêdetir di operasyonan de dertê pêş. Dibêjin; “Em diçin dojehê.” Lê dojeha wan; bihûşta me ye, mala me ye û ciyê ku em lê jiyan dikin e. Vaye di vê bingehê de, em werin cewhera mijara xwe. Pênc rêgezên bingehîn ên gerîla hene. Ev rêgez jî jiyanî ne. I- Tevgerîbûn II- Veşartîbûn III- Ji nişka ve lêdan IV- Însîyatîf (serperiştî) V- Afirînerî û formûla tijîbûn-valabûn an zêdek(+) û kêmek(-)…
  16. Cemîl Bayik Di 22’yê tîrmehê de hilbijartinên giştî yên pêşwext pêk hatin. Tabloya ku derket holê bû sedema nîqaşên nû. Namzetên Hezar Hêviyan bi hejmareke ku grûbê ava bikin ketina wan a parlamenê di despêka nîqaşan de cih girt. Niha di raya giştî de tê gotûbêjkirin ka Namzetên Hezar Hêviyan wê di parlemenê de helwesteke çawa bişopînin. Bêguman ketina Namzetên Hezar Heviyan a parlemenê divê bê gotûbêjkirin. Lê belê ev yek ne wek şêweyê ku hate nîşandan...
  17. Rojgirav Amed Rêheval Îbrahîm; ew qasî ku çavên te kûr in, ji bona ku dîrok û serpêhatiyên ku te di 25 salan de jîn kir fêm bikim, daqul dibim û her carê ez di hundirê wan de, biriqandinên giravan hîs dikim. Bêhna giravan ji te difûriya. Ji ber ku tu her dem bi rojê re sadiq mayî û te tu carî hêviyên vî gelî û şehîdan li erdê nehîşte û tu bi jiyan û felsefeya xwe, bûyî rênîşanderê nifşên li pey xwe.
  18. Akademiyên Apollo Di rastiya Kurdistanê de girêdana artêş û partiyê xwedan girîngiyeke mezin e. Li Kurdistanê partîbûn nebe pel jî ji cihê xwe naleqin û ev rastî îro hatiye fêmkirin. Civakekî ku ji xwe biyanî bûye li Kurdistanê serwer e. Biyanîbûneke wiha gelê Kurd bi rastiya xwe rêknexistin, şernekirin û neaxivandinê re rû be rû hiştiye. Mejî, dil û hênaseya gel hatiye dîl girtin. Rastiyeke Kurdan ew e ku ji bo kesên din xebitîne, ji bo kesên din şer kirine û ji bo kesên din jiyane.
  19. Rûbar Andok Kurt kurmancî, em dikevin pêvajoyeke nû. Ji hêla Tevgera Azadiya Kurd de, pêşketinên dîrokî hene. Gerîla ji her demê bi hêztir e. Em hêviya xwe winda nakin. Jixwe dijmin konsepta tunekirina gel têxistibû pratîkê. Ev hilbijartin, hêviyên çareseriyê li paş hişt. Dijmin bi van encaman, zêdetir hêvîdar bû. Wê zêdetir di şer de israr bike. Wê dewlet asta terora xwe bilind bike. Li hember vê, ya ku em bikin, divê em baş tahlîl bikin...
  20. 1) Di 5'ê tebaxê de ji hêla hêzên artêşa tirk ên dagirker ve li çiyayên Herekol ku girêdayî Bestaya Şirnexê ne operasyon hatiye destpêkirin. Operasyona ku qadên Kela Golim, Deriyê Keper, Navser û Sirtê Xaçê girtiye nava xwe, heman rojê bi paş ve vekişiyaye. 2) Di 4'ê tebaxê de ji hêla hêzên artêşa dagirker a tirk ve Qadên Parastina Medya bi havan û obûsan hatine bombebarankirin. Di encama bombebarankirinê de, li qada Xakurkê gundiyek bi navê Hecî Abdulah birîndar bûye û gelek sewalên wî jî telef bûne. NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê
  21. 1- Di 1’ê tebaxê de ji hêla hêzên artêşa dagirker a tirk ve li Mûnzûrlar û li bejahiya Ovacik û Hozatê ku girêdayî Dersîmê ne operasyon hatiye destpêkirin. Di operasyonê de di navbera gerîlayên me û hêzên artêşa tirk de şer qewimiye. Der barê detayên operasyonê de di demeke nêzîk de emê daxuyaniyek berfireh bidin.
  22. Îro li derdora qereqola Babanê ku girêdayî Dara Hênê ya Çewlikê ye, ji hêla hêzên artêşa dagirker a tirk ve operasyon hatiye destpêkirin. Li Girê Yilan ku di navbera gundê Mistanê û qereqola babanê de dimîne de, di navber gerîlayên me û hezên artêşa dagirker de şer qewimiye û di encama şer de mirî û birîndarên leşkerên artêşa tirk çêbûne. Bes der barê mirî û birîndaran de agahiyeke zelal neketiye destê me.
  23. Xwe hînî birêvebirina însanan bikin Digel van hemûyan, ez ji niyeta van kesayetan guman nakim; hemû gelek zarokên paqij ên vî gelî ne, lê zarokên saf in. Ku karek ji destê wan neyê, behreya wan a leşkerî nîn be, wê van zarokên gel ên belangaz çend pere bikin? Ew zarokên gel ku xwe dixapînin, wê çend pere bikin? Di vê wateyê de, wekî rastiya mezinbûnê...
  24. Ji rayagiştî û çapemeniyê re; Operasyonên ku li dar ketine: 39 Pêwendiyên ku hatine jiyandin: 32 Leşkerên ku hatine kuştin: 52 • Leşker: 51 • Sûbay: 1 Leşkerên birîndar: 47 • Leşker: 45 • Sûbay: 1 • Yûzbaşî: 1
  25. Dr.Bahoz Erdal: Digel ew qas pêşketin û gavên erênî, bi rojevên cuda şerekî psîkolojîk tê birêvebirin. Rojeva heyî bi nûçeyên derewîn ên mîna “her roj rev û girtin hene” tê berevajîkirin. Yanî bi vê tê xwestin ku moralê gelê me xera bikin û bitirsînin.
  26. Akademiyên Apollo Têgîneke ku derbirîna nêzîkahiya artêşa tirk a “Kurdistan”ê heye. Ev têgîn zêdetir di operasyonan de dertê pêş. Dibêjin; “Em diçin dojehê.” Lê dojeha wan; bihûşta me ye, mala me ye û ciyê ku em lê jiyan dikin e. Vaye di vê bingehê de, em werin cewhera mijara xwe. Pênc rêgezên bingehîn ên gerîla hene. Ev rêgez jî jiyanî ne. I- Tevgerîbûn II- Veşartîbûn III- Ji nişka ve lêdan IV- Însîyatîf (serperiştî) V- Afirînerî û formûla tijîbûn-valabûn an zêdek(+) û kêmek(-)…
  27. Rojgirav Amed Rêheval Îbrahîm; ew qasî ku çavên te kûr in, ji bona ku dîrok û serpêhatiyên ku te di 25 salan de jîn kir fêm bikim, daqul dibim û her carê ez di hundirê wan de, biriqandinên giravan hîs dikim. Bêhna giravan ji te difûriya. Ji ber ku tu her dem bi rojê re sadiq mayî û te tu carî hêviyên vî gelî û şehîdan li erdê nehîşte û tu bi jiyan û felsefeya xwe, bûyî rênîşanderê nifşên li pey xwe.
  28. Akademiyên Apollo Têgîneke ku derbirîna nêzîkahiya artêşa tirk a “Kurdistan”ê heye. Ev têgîn zêdetir di operasyonan de dertê pêş. Dibêjin; “Em diçin dojehê.” Lê dojeha wan; bihûşta me ye, mala me ye û ciyê ku em lê jiyan dikin e. Vaye di vê bingehê de, em werin cewhera mijara xwe. Pênc rêgezên bingehîn ên gerîla hene. Ev rêgez jî jiyanî ne. I- Tevgerîbûn II- Veşartîbûn III- Ji nişka ve lêdan IV- Însîyatîf (serperiştî) V- Afirînerî û formûla tijîbûn-valabûn an zêdek(+) û kêmek(-)…
  29. Cemîl Bayik Milîtan ji bo çareseriya pirsgirêkan hene. Yên ji pirsgirêkan direvin û hewaleyî cihekî din dikin, nabin milîtan û ser jî nakevin. Mixabin di nav hin rêveberiyên me de tiştê pêş ketî, pirsgirêkan dijîn lê çavên xwe ji van pirsgirêkan re digirin. Ev yek jî gemariyê çêdike. Divê yên vê yekê dikin, ji vê ferasetê dûr kevin. Ger ku çalakgerên 14’ê Tîrmehê ku tu hincet ji bo xwe nedîtin û lê negeriyan, di van şert û mercên dijwar de çalakiya mezin pêk anîn.

AMED SERHILDAN, KURDISTAN SERHILDAN!

Ey Amed! Ew zarokên te bûn, bi awayekî qehpe êrîş birin ser wan de, bi lehengî bi wan re şer nekirin. Ey Amed, li hember te şerekî topyekûn destpêkirine. Her cure rêbazên şerê qirêj têxistine dewrê. Vanan bizanibe. Vanan bizanibe û rabe serhildanê. Artêş, polîs, MÎT, JÎTEM ev hemû rêxistinên celad in. Binêrin her der di nav xwînê de ye. Li hember daxwazên demokratîk û aştiyane, bi çek, cop, tanq û panzêran bersiv didin. Her cure hovîtî, şîdet û terora dewletê ji te re rewa dibînin. Di ser de jî yek bi yek celad derdixin paqijiyê. Mîna ku ev têrî nake, di ser de jî xelat didin wan. Gerîlayên te yên azadiyê ku te ji hemêza xwe derxistiye û parçeyek ji kezaba te ne, bi awayekî qehpeyî hatin şehîd xistin.

ŞIXULÎNA HUNDIRÎN A HPG’Ê:

 1- Pergala Ferman û Talîmatan: Di HPG’ê de şixulîna esas, navendîtiya demokratîk e. Şêweya pêkanîna navendîtiyê, pergala ferman û talîmata ye. Pêkanîna hêla demokratîk jî, bi civîn, raberkirina raporan, hilbijartina fermandar, nêrîn girtin û sendin, di girtina biryaran de beşdarkirina her endamê artêşê û pêşvebirina her cure pêşniyar û bi rexnepêşxistinê dibe. Fermandarê di her astê de, peywirên komûtayê yê hêzên ku girêdayî xwe ne, bi ferman û talîmatan tîne cî.

Ferman: Ji bona pêkanîna peywirekê, fermana kurt û cewherî ye.

Talîmat: Ji bona peywir wê çawa hîn zêdetirîn û firehtir pêk bên, ji bo pêkanîna peywiran fermana ku perspektîfan di hundirê xwe de dihewîne.

Her fermandar der barê peywirên ku bêne kirin de, ji hêzên ku girêdayîne re, neçar e di cî û dema xwe de talîmat û fermanan bide. Fermandarê ku vê neke, peywirên fermandariya xwe neaniye cî tê hesibandin.

Fermandarek, nikare talîmatên li dij exlaqê jiyana şoreşgerî, yên ji derveyî rêgezên rêxistinê, yên kêfî û li gorî xwe bi pêş bixîne.

Her fermandar û şervanên HPG’ê, ferman û talîmatên ku girtiye, teqez di wext û di dema xwe de pêk tîne. Ji fermanan re îtîraz nabe.

 2- Pergala Rapor û Tekmîlan: Der barê xebatên ku ji jêr ber bi jor ve tê kirin de, agahîdarkirina qedemeyên komûtayê digire nava xwe.

Tekmîl: Faliyetên rojane bi kurtasî dinirxîne. Der barê peywirên ku hatine kirin an jî faliyetekê de, agahîndayîna kurt û cewherî ya qedemeya komûtayê ya berpirs e.

Rapor: Der barê xebatên demeke fireh girtiye nav xwe û encamên ku derketine, bi şîroveyeke diyarkirî re, raberkirina agahîdayîna ji qademeya komûta ser re ye.

Her fermandar û şervanên HPG’ê, fermanên ku jê re hatine dayîn, piştî ku pêk anî, der barê encamên wê de, saziya ku ferman daye re teqez tekmîl dide. Her yekîneyeke HPG’ê, fermandariya ku girêdayî ye, der heqê xebatan de tekmîl dide. Her wiha di demên diyarkirî de, der barê xebatên ku hatine kirin de, fermandariya ku girêdayî ye re, hem şexsî, hem jî wekî bîrîm rapora nivîskî raber dike. Raporên yekîneyê, piştî ku ji erêkirina yekîneyê hate derbaskirin, pêşkêşî ser tê kirin.

Ferman û tekmîl, heta ku mûmkûn e bi derbaskirina qeydan re, bi devkî tê ragihandin. Rapor û talîmat jî, divê teqez bi nivîskî be û derbasî qeydan bêne kirin.

Rêxistina jêr, di wextê ku hatiye diyarkirin de tekmîlan bi pergal nede, rapor amade neke û ciyê ku pêwîst dike negihînin, wê peywirên xwe yên bingehîn neanîbe cî bê hesibandin.

Hemû fermandar û şervanên HPG’ê, salê carekê ji Fermandariya Biryargeha Navendî re rapor dinivisîne.

 3- Têkiliyên Jêr û Jor: Têkiliyên jêr û jor, têkiliya di navbera fermandar, şervan û fermandarên di astên cuda de îfade dike. Her fermandar; fermandar û şervanên ku di bin komûtayê xwe de ne, di çarçoveya pîvanên fermiyetê û rêhevaliyê de, neçar e ku tarza xebat û esasên rêveberiyê sererast bike. Şêweyên têkilîdayînê yên ku hêla wê ya perwerdehiyê nîn be, naverokeke ne vekirî û bi pêş ve nebe, lewaz hiştina disîplînê û mehandina fermiyetê rewşeke sûc e. Hemû fermandar û şervanên HPG’ê, tarza têkiliya ferdê bi îrade, azad û demokratîk esas digire. Di perwerde, civîn û jiyanê de, her kes xwedî mafên wekhev e. Fermandar neçar e di nava pergalek têkiliyeke ku ji bona çareseriya hemû pirsgirêkên jêrî xwe re be.

 4- Disîplîn: Disîplîn, rêgeza bingehîn a pergala nava hundirê artêşê ye. HPG, hêza şerê xwe, di esasê de hêza xwe ya şoreşgerî û leşkerî ji disîplîna xwe digire. Disîplîna HPG’ê, tevahiya rêzikên bingeha îradeya azad û avakirina avakeriya demokratîk e. Ev disîplîn, xebatên yekîneyê, çalakiyan û hêza hevbeşî û baweriya gel zêde dike. Fermandar û şervan, bêyî kêmasî ji pêkanîna rêzikên disîplînê û rêgezên rêvebernameyê mûkelef in. Ji bona ku şer bi awayekî serkeftî birêve bibin, di jiyana yekîneyê de pêkanîna disîplîna leşkerî şert e. Yên ku vê pêk neynin, sûcdar tên hesibandin.

 5- Sîstema Civînan: Civîn; yekîneyên HPG’ê û rêveberiyên yekîneyê ku bi navberên diyarkirî an jî di rewşên ku pêdivî bê dîtin û bi awayekî bi sîstem tên cem hev de, platformên ku pirsgirêkên rêxistinê û faliyetên ku têne meşandin têne nîqaşkirin, biryar têne sendin û ciyên ku çareserî têne hilberandinê ne. Di civînan de, hemû faliyetên ku hatine birêvebirin tên nirxandinê. Fermandar, der barê faliyetan de, rapora faliyetên xwe ji jêrî xwe re raber dike. Di civînan de, ji bona pêşerojê plan û bername tê bi pêş xistin. Ji ber vê jî, bi awayekî amadekirî diçe civînê. Civîn bi şixulîna demokratîk têne kirin. Di van civînan de, mafê rexnekirin, bi pêş ve birina rexnedayîn û bi awayekî rihet ramana xwe anîna ziman heye.

Sîstema civînê, li gorî sîstema tekmîlên rojane, heftane civînên tîman, di 15 rojan de yên taqiman, mehane bolik û di 45 rojan de tabûr birêve diçe.

Her wiha, divê teqez civînên perwerde û nîqaşan, di rewşên şer de berî her çalakiyên civînên plankirinê û piştî çalakiyan civînên nirxandinê bêne kirin. Yekîneyên artêşê di astên cur bi cur de û li gorî sîstema rêveberiya diyarkirî, bêyî ku civînên xwe dereng bixin li dar dixe û encamên her civînê bi awayekî nivîskî ji fermandariya ku girêdayî ye re rapor dike.

Civîn li gorî rêgezên rêvebernameyê, bi awayekî guncav li dar dikevin. Dema ku beşdariya civînê çênebe, ger ku hinceteke bê pejirandin neyê nîşandan, der barê endamên ku beşdar nebûne de hukmên rêvebernameyê pêk tên.

6- Rexne û Rexnedayîn: Ji bona ku ferd ji çewtî, kêmasî û paşverûtiyên xwe rizgar bibe û îradeya ferdên azad derê holê û bikeve xetê; ji bona demokrasiya hundirîn a nava artêşê bi pêş bikeve, rêbaza herî bandor rexne û rexnedayîn e. Bi vê sedemê, di şixulên nava yekîneyan de rexne û rexnedayîn jênavegere. Her fermandar û şervanên HPG’ê, neçar e ku li hember çewtî û feraset û elimandinên ku rê li ber windahiyan vedike pejinkar be û li hemberî çewtiyan bi awayekî guncav bi hestên berpirsyariyê, divê di civînan de bi rêbaza rexnekirinê têkoşîn bide.

Pirsgirêkên rêxistinî bi rexne û rexnedayînê çareserkirin esas e. Rexne; perwerdekirin û bi pêş ve birina kesayetî esas digire û li gorî têkiliyên guncav ên rêhevaltiyê tê kirin. Bi tawambariyên bê bingeh kesan hilhilandin(yıpratmak) nakeve çarçoveya rexneyê û sûc teşkîl dike. Her fermandar û şervanên HPG’ê, bi qasî ku rexne dike, divê li hember çewtî û kêmasiyên xwe jî bi awayekî radîkal, di rexnedayîna xwe de wêrek tevdigere. Rexnedayînê wekî rêbaza herî bingehîn a xwe nû kirinê û xwe bi pêş ve birinê dibîne, di wext de û rast pêk tîne. Li hember rexneyê ku jê re hatiye re, bertek nîşandayîn û çûyîna danekirinan ji bona fermandar, sûc e.

 7- Tayîn û Terfî: Di HPG’ê de tayîn û terfî ji xebatên herî girîng in. Bi armanca pêşwazîkirina pêdiviyên qademeyen komûtayê, ji jêr heta jor, di nava hemû endamên HPG’ê de, bi pîvanên komûtayê esas girtinê tayîn û terfî têne kirin. Di tayîn û terfiyan de, asta partîbûyînê, formasyona îdeolojîk û polîtîk, di xetê de zelalbûn, girêdan, xîreta têkoşînê, diristî, kabîliyeta plankirinan, hêza birêvebirin û venêranê, rewşa moral û wijdanî, tecrûbe û hişmendiya leşkerî esas tê girtin. Çewtiyên ku li vê mijarê nayên û encamên nêzîkatiyên ji pîvanên seranser, ehbab û çawişiya ku ji nêzîkahiyên çînî re xizmet dike, mehelî, malbatî, eşîrî, herêmî û hwd. re destûr nayê dayîn. Di tayîn û terfiyan de, rewşên li gorî pîvanên xwe nêzîkahî an jî pirsgirêkên heyî ji qad û saziyên din re dewrkirin qet nabe. Li hemberî van pêkanînên ku astengiyan diafrînên re, divê di dema xwe de biçin pêkanîn û tedbîran.

Di rûniştandina feraseta gerîlayên profesyonel de, divê di xebatên tayîn û terfiyan de bi cidiyeteke pêwîst û bi girîngî nêzîkahî bê nîşandayîn.

Ji bona wê jî;

a) Tayîn û terfî, di civînên Konseya Leşkerî ya HPG’ê û Konseya Komûtayê de tê bi dest girtin û biryar têne girtin. Di rewşên acîl de, komûtayê li gorî pêdivî û di rewşên valahiyan de tayînkirin jî, di erêkirina Konseya Komûtayê re derbas dibe.

b) Her terfîkirin, divê ji erêkirina saziya jor re bê derbaskirin. Terfîkirinên ku ji hêla jor ve nehatibin erêkirin ne fermî ne.

c) Tayînên bolik û jorî wê, di navbera du civînên Konseya Leşkerî de, di erêkirina Konseya Komûtaya HPG’ê re neyê raberkirin, fermî nabe.

d) Di tayîn û terfiyan de, di şûna pîvanên ku hatine diyarkirin, helwestên şaş ên li gorî xwe çûyîna peywirdarkirinê, di vê mijarê de tevgerîna ne kolektîfî, şexsî, kêfî û esasgirtina şexsan wê sûc bê hesibandin û li hemberî vê yekê jî di çarçoveya rêvebernameyê de li hember van tê çûyîna pêkanînan.

e) Fermandarê Biryargeha Navîn herî zêde dikare 4 salan li ser kar bimîne. Kordîneyên biryargehan herî hindik salekê, herî zêde jî dikarin 4 salan li heman herêmê bimînin. Femandarên ku vê demê temam kiribin, tayîna wan ji bona herêmên din tê kirin. Ev dem, li gorî pêwîstiyan herî zêde salek dikare bê dirêjkirin. Konseya Leşkerî ya HPG’ê ku salê carekê li hev dicivin, xwedî însiyatîfa rewşa tayînên kordîneyan di ber çavan re derbaskirin û ji nû ve tayînkirinê ye. Tayîn û terfiyên kordîneyan, bi erêkirina Komîteya Parastina Gel re girêdayî ye.

f) Gerîlayek HPG’ê, herî zêde çar sal li herêmekê dikare bixebite.

g) Bi hişmendiya encamên neyînî derxistina li ser hev ji peywir girtin û guherînan, divê di vê mijarê de ji nîşandayîna nêzîkatiyên hêsan, erzan û şaş, dûr bê mayîn. Ji peywirê girtin, tenê ne çareserî ye û bi tecrûbe piştgirîdayîn esas tê girtin.

h) Di nava HPG’ê de, fermandarê ku bi piranî şervan naxwazin ji peywirê tê xistin û rewş tê nirxandinê.

i) Kesê ku ji peywirê hatiye girtin, heta ku di rewşa wî de guherînek neyê tespîtkirin, dîsa sedemên ji peywirê dûrxistinê ji holê ranekiribe, ji nû ve nayê peywirdarkirin.

j) Fermandarê ku ji peywira xwe hatiye girtin, sedema girtinê hem jê re hem jî ji hemû binyadê(yapı) re bi hincetên xwe tê aşkerekirin.

k) Tayîn û terfîkirin, li gorî sîstema fermandarê tîmê, fermandarê taqimê, alîkarê fermandarê taqimê, fermandarê bolikê, alîkarê fermandarê bolikê, fermandarê tabûrê û alîkarê fermandarê tabûrê tê kirin.

l) Kes, divê li hember peywirên xwe xwedan xwestek be û bi berpirsyariyeke şoreşgerî nêzîk bibe.

m) Hemû komûta(tîm, taqim, bolik, tabûr) salê carekê ji erêkirina binyadê(yapı) re tê derbas kirin. Rêveberiyên qadan, di civînên rêveberiya berfireh de, di erêkirinê re derbas dibe. Fermandarên ku binyadê(yapı) erê nekin, sli ser peywirê nikarin bimînin.

n) Ji bona ku di tayîn û terfiyan de bibe alîkar, sîstema sicîl a bi pergal bi pêş ve bê birin esas tê girtin.

hezen parastine gel

You are viewing the text version of this site.

To view the full version please install the Adobe Flash Player and ensure your web browser has JavaScript enabled.

Need help? check the requirements page.

Get Flash Player